Hêviyên tîma Boksa Îranê bona bidestxistina para olempîkê zêde bûn
Çile 19, 2020 18:16 Asia/Tehran
Tîma Îranê bi bidestxistina 3 mîdalên Zîv û 4 mîdalên Tûnc karê xwe li kapa Ehmed Comerta Tirkîyê bi dawî anî.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, faynala pêşbirkên boksa Ehmed Comertê roj aşemiyê bi dawî hat û boksorên herîbaş ên weznên curbicur hatin kivşkirin.
Li faynala 91 kg Tûfan Şerîfî pêşberî Pençabla ji Cezayirê leyîst û li dawiyê jî bi encama 4-1 işkest xwar û medala zîvê bi dest xist.