Çile 13, 2020 18:00 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Navneteweyî yên Guleşta Kevn a Goreşê yê li Gunbed- Kawûsê bên lidarxistinê

Pêşbirkên Navneteweyî yên Guleşta Kevn a Goreşê bi amadebûna 4 tîmên biyanî û 3 tîmên îranî yê ji dusibe Çarşemiyê va mideha 2 rojan li Gunbed-Kawûsê bên lidarxistin.

Li gorî rapora ISNAyê, Pêşbirkên Navneteweyî yên Guleşta Kevn a Goreşê bi nîşana rêzgirtina li serdar sipehbud Qasim Silêmanî bi beşdariya 4 tîmên Komara Azerbaycan, Efganistan, Pakistan, Tirkmenistan û sê tîmên Îranî ji roja Çarşemiyê va yê mideha 2 rojan werin lidarxistin.

Ev pêşbirk di pênc giraniyên 74, 82, 90, 100 û +100 Kîlogeremê li şaristana Gunbeda Kawûs dê werin lidarxistin û 15 werzişkar ji Îranê dê têde beşdar bibin.

Pêşbirkên Navneteweyî yên Guleşta Kevn a Goreşê bi piştevaniya Wezareta Werziş û Xortan û hevkariya Rêveberiya Giştî ya Werziş û Xortan a parêzgeha Gulistanê dê werin lidarxistin.