Kanûn 09, 2019 18:01 Asia/Tehran
  • Lîstikvanê pêrspolîsa Îranê, Gola herî baş a qehremanên Asiyayê lêxist

Gola Şuca Xelîlzade, berevanê tîma fûtbola pêrspolîsa Îranê, Gola herî baş ê lîga qehremanên Asiyayê hat naskirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, konfederayona fûtbola Asiyayê vê dawiyê bi weşandina 10 golên herîbaş ên lîga qehremanên Asiyayê li qonaxa ku bi qehremaniya El-Hêlala Erebistanê bi dawî hat, ji riya lêpirsîna bikarhênerên xwe xwestibû gola herîbaş a van pêşbirkan li 2019`an hilbijêrin. 

Li encama vê lêpirsînê hat ragihandin ku Gola ku Şuca Xelîlzade berevanê tîma fûtbola pêrspolîsa Îranê derbas derwazeya Tîma El-Ehliya Erebistanê li heftiya sisyan a qonaxa komî ya lîga qehremanên Asiyayê kir, wek gola herî baş a qehremanên  Asiyayê li 2019an hatiye naskirin.