Lîga Futbolê ya Qaremanên Ewrûpayê destpê bû, Barcelonayê encmama beranber bi dest xist, Lîverpolê derda
Îlon 18, 2019 18:09 Asia/Tehran
Lîga Futbolê ya Qaremanên Ewrûpayê şeva buhurî destpê bû, Barcelonayê encama beranber bi dest xist, Lîverpolê derda.
Pêşbirkên Lîga Qaremanên Ewrûpayê şeva buhurî destpê bû û 8 pêşbirk hatin lidarxistinê ku ji Koma F`yê tîma Barcelonayê encama 0-0 himberî Dortmonda Almanê bi dest xist.
Di pêşbirka di navbera Intermilanê û Slavya ya Piragê de jî encam beranber bû.
Lîverpûlê jî 2-0 derda tîma Napolîyê.
Tîma Zenit a Ûrsêtê jî bi pişkdarîya Serdar Azmûn futbolîstê îranî mêvanê tîma Liyon a Fransayê bû. Azmûn tevî ku derbe lê ketibû, karî di xuleka 41`ê de topê derbasî kela tîma Liyonê bike û bi vî awayî yekem gola vê qonaxa Pêşbirkên Lîga Qaremanên Ewrûpayê ser navê xwe tomar bike.