Tîrmeh 22, 2019 10:11 Asia/Tehran
  • Jina îranî xelata

Sara Behramî aktora sînemayê yê îranî ji ber lîstina di fîlma sînemayî ya Darkutokê (Farsî: darkûb) xelata baştirîn aktorê di sêyemîn dora xelatên sînemayî yên Goldên Global a Malizyayê wergirt.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNAyê, Fîlma Sînemayî ya Darkutokê (Farsî: darkûb) bi derhêneriya Bêhrûz Şefîyî di 6 beşên baştirîn Fîlm, Baştirîn derhner, Baştirîn Lîstikvana Jin, baştirîn Lîstikvanê Mêr, Baştirîn lîstikvana temamker a  Jin û Baştirîn Lîstikvanê temamker ê Mêr bûbû namzedê wergirtina xelatê ji sêyemîn dora xelatên Goldên Global ên Malizyayê ku di rêûrisma dawiyê da, Sara Behramî karî xelata Baştirîn Lîstikvana Jin werbigire.

Vê fîlmê pêştir xelata Baştirîn Fîlmê bi nêrîna rexnekir û nûçegihanên sînemayî ji fistîvala Zerdeleya Zêrîn a Ermenistanê wergirtibû.