Tîma Neteweyî ya Walîbala Îranê di rêza pêncem a Lîga Gelên Walîbalê-2019 de cih girt
Tîma Neteweyî ya Walîbala Îranê pileyek bilindtir ji Fransayê di di rêza pêncem a Lîga Gelên Walîbalê-2019 de cih girt.
Tîma Neteweyî ya Walîbala Îranê berbanga îro (Şemî) li hemberî Birizîlê bi encama 3-2 derda û nekarî hilkişe qonaxa beriya fînalê ya Lîga Gelên Walîbalê-2019
Tîma Neteweyî ya Walîbala Îranê pêştir ji vêya di dora seretayî ya Lîga Gelên Walîbalê-2019 de bi wergirtina 12 serketinan û sê derdanan wek tîma duyem derbasî qonaxa dawiyê bû.
Bi vî rengî, Tîma Neteweyî ya Walîbala Îranê û Tîma Fransayê di qonaxa dawiyê ya van pêşbirkan de wêda çûn û li gorî rewşa baştir a Îranê di hejmartina setan, Tîma Neteweyî ya Walîbala Îranê di pilebendiya dawiyê de di cîgeha pêncem cih girt û Fransa jî bû şeşem.
Her wiha tîmên Pola (Lehistan), Birizîl, Rûsiye û Amerîkayê hilkişiyan qonaxa beriya dawiyê ya Lîga Gelên Walîbalê-2019.
Di dîroka Lîga Cîhanî ya Walîbalê de Tîma Birizîlê bi 9 caran qaremaniyê, 7 pileyên duyem û 4 pileyên sêyem tîma herî Şanaz e û Tîmên Îtalya bi 8 qaremaniyan û Rûsiye bi 4 qaremaniyan di pileyên din de ne.