Sêwemîn serketina fûtsalîstên guhgiran li hember Sengapûrê
Sibat 21, 2019 17:38 Asia/Tehran
Fûtsalîstên guhgiran ên Îranê li sêwem pêşbirka xwe, tîma Sengapûrê bi encama 12-0 işkest dan.
Li gorî rapora ISNA`yê, tîma neteweyî ya fûtsala guhgiranên Îranê li sêwemîn pêşbirka xwe li pêşbirkên qeyhremaniya Asiyayê ku li Taylendê li halê lidarxistinê ye, tîma Sengapûrê işkest dan û berê xwe dan qonaxa berî faynalê.
Fûtsalîstên guhgiran siet 10:30 siba roja şemiyê, 4 Reşemê li dewra berî faynalê dê bi îma Qezaqistanê re bilîzin.
Tîma neteweyî ya fûtala guhgiranan a Îranê li du pêşbirkên berê yên xwe bi encamên 12-1 û 4-0 li hember tîmên Çîn û Japonyayê bi ser ketibûn.