Tîma fûtbola Îranê li pilebendiya fîfayê, li cîhanê li pila 22`an û li Asiyayê pila ewil
Sibat 07, 2019 16:03 Asia/Tehran
Li gorî pilebndiya herî dawiyê ya federasyona cîhanî ya fûtbolê, tîma fûtbola Îranê bi heft pilan hilkişyanê bû xwediyê 1516 puenan û li pila 22 a cîhanê û pila ewil a Asiyayê de cih girt.
Li gorî vê pilebndiyê, tîmên fûtbola Japonya û Koreya başûrî piştî Îranê di rêzê de li pila 27`an û 38an a cîhanê de ne.
Tîma fûtbola Îranê li dawîn pilebendiya ku li 20 Kanûna sala 2018`an cih hat bi bidestxistina 1487an puenan li pila 29`an a cîhanê û pila ewil a Asiyayê cih girt.
Her wiha li gorî vê pilebendiya nû, tîmên fûtbola Belcîka, Fransa, Birazîl, Kirovasî û Brîtanyayê li pilên ewil heya pêncana cîhanê de ne.