Mijdar 13, 2018 16:46 Asia/Tehran
  • Mîdalên zêr û tuncê yên Kapa Cîhanî ya Skiya Para Alpaynê gihîşte Îranê

Lîstikvanên Skiya Îranê li pêşbirkên Kapa Cîhanî ya 2018`an a Para Alpaynê li Imaratê, mîdaleka zêr û tûncek bi dest xistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Sadiq Kelhor, Skîvanê Îranê li vê dewra pêşbirkan, li lîstikeka nêzîk bi werzişkarê japonî re, mîdala zêrê bi dest xist.

Herwiha Cewad Sûlûqanî, lîstikvanê din ê Îranê, li lîstika bi hevrikê xwe re, mîdala tûncê bi dest xist.

Dewra yekem a Pêşbirkên Kapa Cîhanî ya 2018`an a Para Alpaynê, roja Sêşemiyê bi beşdariya 9 welatan li Pîsta Skiyê ya Imaratê destpê bû û wê heya sibê berdewam be.