Îlon 17, 2018 13:30 Asia/Tehran
  • Walîbala qaremaniya cîhanê - Bolgaristan / Pêşbirka hestiyar a Îran û Polayê

Li çaremîn pêngava qonaxa komkî ya Pêşbirkên Walîbala Qaremaniya Cîhanê li Bolgaristanê îro du tîmên Îran û Polayê dê herin pêşberî hevdu.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Dora Nûzdehem a Pêşbirkên Walîbala Qaremaniya Cîhanê bi mazûvaniya Bolgaristan  û Îtalyayê tê lidarxistin. Tîma Neteweyî ya walîbala Îranê ku li koma D ya van pêşbirkan hevkoma tîmên Portorîko, Kûba, Bolgaristan,, Fenland û Polayê ye, îşev ji saet 22 li gorî dema Têhranê dê here pêşberî tîma polayê. Her du tîman sê pêşbirkên xwe yên pêşîn serketî li pey xwe hiştine û ji bo hilkişiyana serê komê û pêşbirka hêsantir li qonaxa din a pêşbirkan hewcedarê serketina li vê pêşbirkên ne.

Li Dora Nûzdehem a Pêşbirkên Walîbala Qaremaniya Cîhanê 26 tîm li çarç komên şeş tîmî hatine parvekirin û di dawiya qonaxa yekem a pêşbirkan da çar tîmên sereke yên her komê dê hilkişin qonaxa din.

Li qonaxa duyem 16 tîmên heyî li ser çar komên çar tîmî dê werin parvekirin û piştî bidwîhatina pêşbirkên vê komê jî seriyên her komê hevrê digel du tîmên sereke yên koman dê biakrin hilkişin qonaxa sêyem a pêşbirkan.

Di qonaxa sêyem a pêşbirkan da jî du komên sêtîmî dê werin damezirandin û tîmê dê bikevin rikeberiyê ku di dawiya vê qonaxê jî du tîmên dê werin wêdadayînê û çar tîm ji bo diyarbûna fînalîstan dê bikevin pêşbirkê.