Xwendekarên Îranê li pêşbirkeyên Powerlifting ên xwendekarên cîhanê li pileya sêyem cih girtin
Tîrmeh 15, 2018 15:59 Asia/Tehran
Tîma zanîngeha Peyamê Nûrê bi nûneratiya xwendekarên Îranê li dewra sêyemîn a Pêşbirkeyên Powerlifting a Xwendekarên cîhanê li pileya sêyem cih girt.
Tîma Powerliftingê ya zanîngeha Peyamê Nûra Îranê bi bidestxistina du medalên zêr û du medalên zîv, li ser hev bi bidestxistina 26 poenan li cêgeha sêyem a van pêşbirkeyan cih girt.
Li van pêşbirkeyan tîma Polonyayê bi bidestxistina 36 poenan li cêgeha yekim û tîma Mecaristanê bi 31 poenan li cêgeha duyem ya cîhanî cih girtin.
Dewra sêyemîn a Pêşbirkeyên Powerlifting a Xwendekarên cîhanê ji 10 Tîrmehê heya 14 Tîrmehê li bajarê Pilsenê ya Komara Çekê bi rê ket.