Îran 0 Spanya 1
Tîma Futbola Îranê şeva buhurî di duyemîn pêşbirka di çarçova Kapa Cîhanî ya 2018-Ûrsêtê de, li hemberî qaremana cîhanê ango tîma Spanyayê derda.
Tîmên futbolê yên Îran û Spanyayê şeva buhurî di siet 22:30 ser dema Têhranê de li şarê Kazanê yê Ûrsêtê derketin pêşberî hev.
Tîma Îranê di vê pêşbirkê de bi lîstineke baş 1-0 derda tîma Spanyayê ku diqewime biba qaremana vê dewra Kapa Cîhanî.
Spanya di salên 1964 û 2008`an de bûye qaremana Euroyê û di sala 2010`an de jî bûye qaremana Kapa Cîhanî ya Afrîqaya Başûr.
Antonyo Konha ji Uroguayê hekemê vê pêşbirkê bû û du hevwelatîyên wî jî di vê pêşbirkê de alîkarîya wî kirin.
Tîma Futbola Îranê di sêyemîn pêşbirka xwe li Kapa Cîhanî ya 2018-Ûrsêtê de yê di 25`ê Hezîranê de derkeve pêşberî tîma Portugalê.
Tîma Futbola Îranê li Kapa Cîhanî ya 2018-Rûsyê, digel Spanya, Portugal û Morocco`yê li Koma B`yê cî girtîye.