Hezîran 17, 2018 20:11 Asia/Tehran
  • Qehremaniya tîma guleşta azad a nebihîzên Îranê li pêşbirkeya cîhanî

Tîma guleşta azad a nebihîzên Îranê li pêşbirkeya cîhanî ya nebihîzan li Rûsiyayê bi 5 medalên zêr, medalekî zîv û 2 medalên buronz bûye qehremanê cîhanê.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Li kutahiya pêşbirkeya cîhanî ya nabihîzan li bajarê Vladimira Rûsiyayê, Tîma guleşta azad a nabihîzên Îranê bi 5 medalên zêr, medalekî zîv û 2 medalên bironz bûye qehremanê cîhanê û tîmên Tirkiyê û Rûsiyayê jî meqamên dudyan û sisyane vê pêşbirkeyê anîne dest.

Li vê pêşbirkeya guleşta azad a nabihîzan, sporvanên Îranê li weznên 57, 70, 74, 86 û 92 medalên zêr anîne dest û li wezna 61 guleştkarê îranî medala zîv vergirt û li weznên 79 û 97 jî guleştkarên îranî medalên bironz anîne dest.