May 28, 2018 13:58 Asia/Tehran
  • Rexneya wezîrê karên hundir ê Tirkiyê ji daxwaza partiyên neyar bona azadkirina Demîrtaş

Solêyman Suyîlo wezîrê karên hundir ê Tirkiyê ji daxwaza rêberê partiyên neyara dewleta Enqerê ku dibêjin bila Selahedîn Demîrtaş ji zîndanê bê berdan bi tundî rexne kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Solêyman Suyîlo wezîrê karên hundir ê Tirkiyê tevî rexneya tund ji daxwaza rêberê partiyên neyara dewleta Enqerê ku dibêjin bila Selahedîn Demîrtaş berbijarê zîndanî yê HDP`ê bona posta serokkomariyê ji zîndanê bê berdan, got: Partiyên ku nû ve hatine avakirin, yan partiyên kevnar, partiya Necmedîn Erbekan û heta partiyên ku hertim xwe şopînerê Atatirk dizanin yan kesên netewperêz ku nû ve avedan dibin , hemû piştevaniya azadkirina Demîrtaş dikin gelo tiştekî wiha îmkan heye, pes rêzgirtina qanûnê çi lê hatiye, ew partiyên hanê bona ku dengên zav bînin dest yan silavek bidin Ewrûpayê û bikevine bin sîvana wan , siyaseteka wiha digrin ber xwe.

Çend rojan berî niha partiyên neyara AKPê xwestibûn ku bila Selahedîn Demîrtaş bê berdan.

Selehedîn Demîrtaş hevserokê berê yê Partiya Demokratîka Gelan( HDP) li Mijdara sala 2016 hevrê digel 12 endamên dine HDPê bi tawana kiryarên terorîstî zîndanî bû.

Tawana sereke ya serokên HDP`ê piştevaniya ji kurdan û peywendiya tev PKK`ê û neyartiya tev AKP`ê ye.

Heta niha dewleta AKP`ê neyarên xwe bi tawanên curbicur serkut kiriye.