Çend nûçeyên kurt ên werzişî
Lîga Volîbola Gelan bi işkesta tîma Îranê destpê bû. Tîma Volîbola Îranê 3-1 derda tîma Fransayê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, tîmên Volîbola Îran û Fransayê şeva buhurî di çarçova yekem pêşbirka xwe li Lîga Gelan de, li şarê Roên ê Fransayê derketin pêşberî hev. Di encamê de tîma Îranê 3-1 derda tîma Fransayê.
Tîma Voilîbola Îranê dê îşev jî derkeve pêşberî tîma Australyayê.
*
3 Têkwandokarên îranî bi serketina li hemberî reqîbên xwe giheştin fînala pêşbirkên Qaremanîya Asyayê û dê îşev ji bo bidestxistina mîdala Zêr dê herin meydanê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, 23`emîn dewra pêşbirkên Têkwandoya Qaremanîya Asyayê ji îro ve bi pişkdarîya 267 Têkwandokarên ji 34 welatên cîhanê li bajarê Hoşî Mînê yê Vîtnamê destpê bû û dê 3 rojan bidome.
Nahîd Kîyanî, Ferzan Aşûrzade û Mêhdî Celalî giheştin pêşbirka fînalê û dê îşev ji bo bidestxistina mîdala Zêr derkevin pêşberî reqîbên xwe.