Nîsan 23, 2018 12:45 Asia/Tehran
  • Ektoreka îranî li festîvala fîlmên Pikenê li rola kamilker xelat wergirt

Mîna Sadatî aktora îranî li festîvala fîlmên Pikenê li rola kamilker karî meqama ewil bîne dest.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mîna Sadatî aktora îranî li dewra heştan afestîvala fîlmên Pikenê bi lîstika xwe ya balkêş li fîlma `` Havîna Sincirî `` bala dadweran ber bi xwe va bikşîne û meqama ewile vê festîvalê bîne dest.

Pêştir hatibû ragihandin ku du fîlmên îranî yên Havîna Sincirî bi derhêneriya Îbrahîm Îreczad û Milî û Riyên Neçûyî bi derhêneriya Tehmîne Mîlanîyê, du fîlmên çînî û 13 fîlmên dine cîhanê ketine nav rêzefîlmên xelathilgir li festîvala navnetewî ya fîlmên Pikenê.

Li festîvala navnetewî ya fîlmên Pikenê 659 fîlm ji 71 welatên cîhanê pişkdar bûn.

Festîvala navnetewî ya fîlmên Pikenê ji 15 Nîsanê va destpê bû û êvara duh yekşemê jî kuta bû.