Nîsan 14, 2018 17:52 Asia/Tehran
  • Tûra hespbezandinê ya Gonbedê hat lidarxistinê

Hefteya sêyem a tûra hespbezandinê ya demsala biharê li Gondebê bi pişkdarîya 50 hespajoyan li bakûra Îranê hat lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mehr`ê, di hefteya sêyem a rikeberîyên tûra hepsajotinê ya demsala biharê ya Gonbedê duh danê êvarê 50 hespên ji nijadên Tirkmen, Doxûn û Tirobord li çiqa 6 hezar mêtran ketin rikeberîyê ku li dawîyê hespên ku li rêzên yekem heta sêyem a tûrê cî girtin, 82 milyon û 950 hezar tûmen wek xelat pêşkêşî xwedîyên wan hat kirin.

Li dawîya hefteya sêyem a tûra hespbejandina Gonbedê, Aqêvlî Bêşgerd du caran bû kesê yekem û wek sîyarê herî baş hat bijartin. Nûr Mihemed Behador û Nadir Salihpûr li rêzên yekem û duyem cî girtin. Setar Mêhranî karî carekê bibe yekem û du caran jî bû sêyem û Kemal Dîlce carekê bû yekem.

Hêjayî gotinê ye ku hefteyên çarem û pêncem ên tûra hespbezandina Gonbedê ya demsala biharê yê di 19 û 20`ê Nîsanê li meydana cirîdê ya vî şarî bên lidarxistin.

Pêşbirkên tûra hespbezandinê her sal li bajarên Gonbed- Kawûs, Aqqela û Bender Tirkmenê li parêzgeha Gulistanê tên lidarxsitin û bala gellek hezkirîyan dikişîne û ew bera xwe didin van bajarana.