Nîsan 12, 2018 19:14 Asia/Tehran
  • Tîma futbola Îranê hela jî tîma herî baş a Asyayê ye

Tîma futbola Îranê li gorî rêzebendîya herî nû ya Fêdêrasyona Cîhanî ya Futbolê (FIFA) di rêza yekem a parzemîna Asyayê da ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, tîma futbola Îranê di rêzebendîya Fîfayê ya meha Nîsana sala 2018`an de di rêza 36`an a cîhanê û di rêza yekem a parzemîna Asyayê de cî girt.

Eva bo sala çaran e ku tîma futbola Îranê di rêza yekem a Asyayê de cî digire.

Li gorî rêzebendîya cîhanî tîmên Alman, Brêzîl, Beljîk, Portugal, Arjantîn, Swîs, Fransa, Spanya, Şîlî û Polonya di rêzên yemek heta dehê de cî digirin.