Adar 17, 2018 17:37 Asia/Tehran
  • Xodaşênas li pêşbirka kişikê ya navneteweyî pileya sêyemîn bi dest xist

Li dawiya dewra pêncim ya dewra şeşemîn a kişika navneteweyî ya Iraqê ku li Bexdayê hate lidarxistin, kişikbazê îranî pileya sêyemîn bi dest xist.

Li gorî rapora malpera taybetî pêşbirkan, li dewra sêyem, mamostê navneteweyî, Mêrsad Xudaşênas, bi mamostê mezin Azer Mîrzayev, ji Komara Azerbaycanê re lîst û bi encama beranber lîstik bi dawî hat. Mamostê navnetewî Aryen Xulamî, jî bi mamostê mezin ê Gurcistanê, Merab Gagonaşoylî re lîst û lîstik bi encama beranber bi dawî hat. Riza Mehdewî, li hember Samih Sadiq, mamostê Fîdê yê Misrê re lîst û encama pêşbirk û lîstika wan jî beranber bû. Seyd Kiyan Pûrmûsewî li hember Seîd El Terîhî ji Iraqê bi ser ket û Bersa Teslîmî li hember Salih Elî Salih, mamostê Fêde yê Iraqê bi ser ket.

Li rêzbendiya pêşbirkan, Konstantîn Tarlev, mamostê mezin ê Ûkraynê bi 4.5 pûenan bi tena serê xwe pileya yekemîn bi dest xist û mamostê mezin, Azer Mîrzayev, ji Komara Azerbaycanê û Mêrsad Xudaşênas ji Îranê bi 4 pûenan bûn duyem û sêyemîn. Aryen Xulamî jî bi 4 pûenan pileya pêncem bi dest xist.