Adar 13, 2018 17:05 Asia/Tehran
  • Îran ib awayekî fermî ji Kapa Cîhanî ya Guleşta Azad vekişîya

Fêdêrasyona Guleşta Îranê li gorî guherîna dema lidarxistina rikeberîyên guleşta Azad û tevlihevbûna planên amadekirina guleşkirên Îranê, bi awayekî fermî ji Kapa Cîhanî ya Guleşta Azad ku biryar e li Amerîkayê were lidarxistin, vekişîya.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, li gorî vê yekê ku Îranê ji pêş ve ragihandibû ku heke imkana lidarxistina Kapa Cîhanî ya Guleşta Ferengî di dema ku Têhranê pêşnîtar kirîye de tinebe, tîma Guleşta Azad a Îranê jî bi hegera pêşdahatina dema lidarxistina pêşbirkên bijartina guleşkiran bo tîma netewî nikare li pêşbirkên Kapa Cîhanî pişkdarîyê bike, Fêdêrasyona Guleşta Îranê ew mijara ragihand Yekitîya Cîhanî ya Guleştê û vê yekitîyê jî ev yeka qebûl kir.

Bi vî awayî li gorî pişkdarnebûna Îranê li Kapa Cîhanî, Fêdêrasyona Guleştê bi zûtirkê yê dema lidarxistina qonaxên yekem û duyem ên pêşbirkên bijartina tîmên netewî ji bo pişkdarîya li pêşbirkên asyayî yên Cakartayê û pêşbirkên cehanî yên Mecaristanê ragihîne.