Çile 23, 2018 18:07 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Guleşta Ferengî yên Kûpa Textî

Tîma Qezaqistanê bi guleşkirên xwe yên navdar yê li pêşbirkên navnetewî yên Guleşta Ferengî yên Kûpa Textî pişkdar bibe.

Li gorî rapora Mehr News`ê, sî û heştemîn dewra  pêşbirkên navnetewî yên Guleşta Ferengî yên Kûpa Textî ku wek plana sîstema renkînga Yekitîya Cîhanî ya Guleştê jî tê hesêb, bi amadebûna 12 welatên cîhanê û guleşkirên îranî dê 25 û 26`ê Çilê li bendera Mahşehr a parêzgeha Xûzistanê li gorî qanûnên nû yên hekemîyê bên lidarxistin.

Tîma Qezaqistanê dê bi 20 guleşkiran li van pêşbirkan amade bibe ku Mîrambeg Aynagolov xwedîyê mîdala Zîv a cîhanê, Aydos Sultangalî xwedîyê mîdala Tûnc a cîhanê, Almat Kebîsbayêv xwedîyê mîdalên Zîv û Tûnc ên cîhanê û qaremanê Asyayê li kêşa 67 kîlogiramê, Dîmîyo Jadarîyêv xwedîyê mîdala Zîv a cîhanê li kêşa 72 kîlogiramê, Maxat Yêrjîpov qaremanê Asyayê û Temerlan Şadokayêv qaremanên ciwanên cîhanê li kêşa 77 kîlogiramê û Yêrolan Iskakov xwedîyê mîdala Tûnc a pêşbirkên Asyayê û qaremanê Asyayê li kêşa 97 kîlogiramê ji wan kesên navdar ên tîma Qazaqistanê ne.