Çile 20, 2018 18:23 Asia/Tehran
  • Îran piştî 18 salan bû mazûvana pêşbirkên cîhanî yên guleştê

Yeketîya Cîhanî ya Guleştê Îran wek mazûvana pêşbirkên Guleşta Azad a guleşgirên bin 23 salî yên cîhanê di sala 2020`an de da nsandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê (Mehr News), bi dû hilêxistina plana Îranê têkildarî ``lidarxistina hevpar`` a pêşbirkên guleşta cîhanê û raberkirina wê di 2 qonaxan li desteya serokatîya Yekitîya Cîhanî ya Guleştê de ku li dawîyê Fêdêrasyona Cîhanî ew pejirand, Îran wek mazûvana pêşbirkên guleşta guleşkirên di bin 23 salî yên cîhanê di Mijdara sala 2020`an de hat nasandin.

Li gorî plana lidarxistina hevpar, Îran di sala 2020`an de mazûvana Pêşbirkên Guleşta Azad e û Fenland jî yê mazûvanîya Pêşbirkên Guleşta Ferenî û Jinan ên di bin 23 salî de bike.

Ji sala 2002`an ve piştî ku lidarxistina hevdem a Pêşbirkên Guleşta Azad,Ferengî û Jinan bêveger hat ragihandinê, Îranê nekarîbû mazûvanîya pêşbirkên cîhanî bike ku vê yekê bi şopandina Fêdêrasyona Guleşta Îranê û plana lidarxistina hevpar serê xwe girt.

Desteya Serokatîya Yeketîya Cîhanî ya Guleştê di civîna sala 2016`an li bajarê Bûdapêst paytexta Mecaristanê de û civîna din a wê desteyê di sala 2017`ê li Parîsê de plana Îranê têkildarî lidarxistina hevpar a pêşbirkên navnetewî pejirand.

Li wê civînê nunerê Îranê bal kişand ser daketina asta daxwazên mazûvanîya pêşbirkên navnetewî yên gulşetê li cîhanê, bi hegera astengîyên darayî û cihanînê, plana lidarxistina hevpar a pêşbirkên navnetewî yên guleştê bi awayekî hevpar di navbera welatên xwazyar de raber kir ku endamên desteya serokatîya Yekitîya Cîhanî ew erê kirin û ragihandin ku dikare cih bê.