Çile 20, 2018 12:23 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Kupa Cîhanî ya Para Skiyê; Werzişkarên Îranê li çiqa Kilasîk a 20 Kîlomitrî dikevin rikeberiyê

Pêşbirkên Kupa Cîhanî ya Para Skiyê ji îro va li Almanyayê dest pê dibin û werzişkarên Îranê li çiqa Kilasîka 20 Kîlomitrî dikevin rikeberiyê.

Li gorî rapora IRIB News`ê, li pêşbirkên îro derdora 180 werzişkarî ji 30 welatan beşdar in ku li çiqên Rawestiyayî, Rûniştî û Nebînayan dikevin rikeberiyê. Her çar werzişkarên Îranê li Pêşbirkên Kupa Cîhanî ya Para Skiyê jî îro dikevin rikeberiyê ku Hesen Mîrzahusêynî li çiqa rûniştî, Ebulfezl Xetîbî û Mêhdî Husêynzade li çiqa rawestiyayî û Êlahê Qulî Felah li pişka Nebînayan dê bi hevrikên xwe ra bikevin pêşbirkê.

Îsa Savê Şimşekî serokê Civata Para Skiyê li bara hebûna werzişkarên Îranê li Pêşbirkên Kupa Cîhanî ya Para Skiyê got: ``Werzişkarên Îranê ji bo yekem carê piştî meh û nîvekê meşq û temrînê gihîştine pêşbirkên Kupa Cîhanî ku eva rûdaneka mezin e û em hêvî dikin bi derbaskirina xetê dawiyê, pişk û para Pêşbirkên Para Olempîka Zivistanê bi dest bixin``.

Wî her wiha got: ``Werzişkarên Îranê heta heke biryar be bi awayê pişk û para raberkirî li Pêşbirkên Para Olempîka Zivistanê beşdar bibin, divê pêşbirkan heta dawiyê bişopînin``.

Pêşbirkên sibê li pişka Patînajê tên lidarxistin.

Werzişkar dê roja Duşemiyê bêhna xwe vedin û roja Sêşemiyê dê li pişka Lezê ya 1200 Mitrî bikevin pêşbirkê.