Çile 16, 2018 19:58 Asia/Tehran
  • Nûçeyên werzişî

Lîstikvanê tîma neteweî ya codo ya Îranê ji parêzgeha Elborzê, wê roja çarşemiyê ji bo beşdariya li Pêşbirkên Grand Pêriyê yên sala 2018`an, Tûnêsê re were şandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, qonaxa yekemîn a Pêşbirkên Grand Pêriyê di sala 2018`an, di rewşekê da di rojên 29`ê meha Dêyê heya yekê Behmena sala 1396`an a Koça Tavî de bi mazûvaniya welatê Tûnêsê tên lidarxistin ku tîma netewî ya mêran a welatê me bi 6 lîstikvanan wê li van pêşbirkan beşdar bibe. Elî Riza Xoceste, ji parêzgeha Elborzê li kêşa -66 kîlogiremê, endamê tîma netewî ya codoya Îranê ye ku wê beşdarî van pêşbirkan bibe.

Heya niha 407 codokar ji 48 welatan bona beşdariya li van pêşbirkan navên xwe qeyd kirine.

 

17 guleştgirên kirmanşanî wê beşdarî pêşbirkên Guleşta Gelanî (OPEN) yên ciwanên welêt bibin

Serokê Taxima Guleştê ya parêzgeha Kirmanşanê, got: 17 guleştgirên parêzgeha Kirmanşanê jî wê beşdarî pêşbirkên Guleşta Gelanî (OPEN) yên ciwanên welêt bibin.

Mihemed Hisên Muhêbî, roja sêşemiyê li hevpeyvîna bi nûçegîhanê IRNA`yê re got: Hisên Rehmanî û Elî Şehbazî li kêşa 57 kîlogiremê, Riza Rustemî û Ferhad Perendwar li kêşa 61 kîlogiremê, Elî Sorênî li kêşa 65 kîlogirem û Hafiz Deştiyan li kêşa 70 kîlogiremê ji wan guleştgirên kirmanşanî ne ku wê beşdarî pêşbirkên gelanî yên ciwanên welêt bibin.

 

2 werzişkarên kirmanşanî ji bo kempa amadetiyê ya tîma neteweî ya guleşta klasîk a jinan hatine vexwendin

Serokê Taxima Guleştê ya parêzgeha Kirmanşanê, Mihemed Hisên Muhêbî, got: Şûkûfe û Zehra Darabî, jinên guleştgir ên kirmanşanî ne ku ji bo yekemîn kempa amadetiyê ya tîma netewî hatine vexwendin.

Serokê Taxima Guleştê ya parêzgeha Kirmanşanê, destnîşan kir: Şûkûfe Darabî li kêşa 55 kîlogiremê û Zehra Darabî jî li kêşa 60 kîlogiremê wê beşdar bibin. wî berdewam kir: Yekemîn kempa amadetiyê ya tîma netewî ya guleşta Klasîk a jinên welêt, wê ji 7 heya 16`ê meha Behmenê ya sala 1396`an a Koça Tavî ve bi mazûvaniya bajarê Abadanê were lidarxistin.