Çile 15, 2018 16:45 Asia/Tehran
  • Dewama Laligayê: Barcelonayê ji Real Sociedad`ê bir

Tîma futbola Barcelonayê di hefteya nozdehem a pêşbirkên sûperlîga Spanyayê ango Lalîgayê bû mêvana Real Sociedad`ê û karî ji vê tîmê bibe ta ku işkestên di salên vê dawîyê li hemberî vê tîmê û li mala wê bi dawî bîne.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Mehr`ê, tîmên futbolê yên Real Sociedad û Barcelonayê şeva buhurî di çarçova hefteya nozdehem a pêşbirkên Laligayê de derketin pêşberî hev ku di encamê de Barcelonayê 4-2 ji vê tîmê bir.

Lionel Messi ku li vê pêşbirkê gellekî hewil da gokê derbasî kela tîma mazûvan bike, karî di xuleka 85`ê de çaremîn gola Barcelonayê lêde. Eva hivdehemîn gola Lionel Messi di vê demsala pêşbirkan de ye.

Lionel Messi bi vê golê rêkora 366 golan a Gerd Müller derbas kir.

Barcelonayê di encama 7 pêşbirkên buhurî li himberî Real Sociedad`ê ku li meydana vê tîmê hatine lidarxistinê de, 5 caran derdaye û 2 caran jê birîye.

Niha tîma Barcelonayê bi 51 poenan li rêza yekem a Laligayê ye. 

Atlético Madrid bi 42 poenan li rêza duyem e.

Tişta balkêş eva ye ku Real Madrid bi 32 poenan bi dû Valencia`yê ku 40 poen hene li rêza çarem a sûperlîga Spanyayê sekinîye.