Mijdar 15, 2017 16:26 Asia/Tehran
  • Li erdheja Kirmaşanê du nûgihayên qaremanê Voşoyê jiyana xwe ji dest dan

Du nûguhayên qareman li çiqa werzişî ya Voşoyê li erdheja rojavaya Îranê li Serpolê Zehabê jiyana xwe ji dest dan.

Serokê Fêdêrasiyona Voşoyê, Mêhdî Elînijad li hevpeyivîna bi IRIB News`ê ra got: ``Fatîma û Emîrhusêyn Rizayî du xûşk û birayên nûgiha ji bajarê Serpolê Zehabê bû ku li rêbaza ``Xwan Çiwan``ê ya çiqa werzişî ya Voşoyê mêdal bi dest xistibûn; Lê mixabin li erdheja êvara Yekşemiyê li rojavaya Îranê jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha Şahmurad Vêysî, Dadwer û perwerdekarê Voşoyê û Azadeya Zarê ji dadwerên vê çiqa werzişî jî li vê erdhejê malbata xwe ji dest dane.