Mijdar 12, 2017 15:40 Asia/Tehran
  • Tîma Kano Poloya mêran a Îranê bû qaremana Asyayê

Tîma Kano Poloya Mêran a Îranê li Pêşbirkên Qaremaniya Kano Poloya Asyayê li Malizyayê bi wergirtyina mêdala zêrê, bûn qaremana vê parezemînê.

Tîma Kano Poloya Mêran  a Îranê roja Yekşem,ioyê anku Îro li pêşbirka dawiyê ya Kano Poloya qaremaniya Asyayê li Malizyayê, tîma Japonyayê bi encama 6-5ê torand û mêdala zêrê wergirt.

Tîma Kano Poloya jinan a Îranê jî li qonaxa dawiyê ya van pêşbirkan bi derdana li hemberî tîma Çîna Taypê û wergirtian mêdala zîvê, di pileya duyem a Asyayê da cih girt.

Kano Polo werzişeka komkî bi gogê û pêkhatiye ji Watêr Polo û Qayiq Ajotinê ye ku li ser avê pêk tê.