Tîma fûtbala Beseta Kirmanşahê li hemberî Tîma Pas a Hemedanê serket
Îlon 20, 2017 14:05 Asia/Tehran
Tîma fûtbala Beseta Kirmanşahê li çarçîva pêşbirkêya lîga desteya 2 ya îranê li hemberî Tîma Pas a Hemedanê pê netîca 2-1 serket.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Tîma fûtbala Beseta Kirmanşahê li çarçîva pêşbirkêya lîga desteya 2 ya îranê êvara duh sêşemê li sporgeha Inqilaba vî bajarî li hemberî Tîma Pas a Hemedanê pê netîca 2-1 serket.
Secad Siyahkemerî û Saman Mêhrabî gulên tîma fûtbala Beseta Kirmanşahê li deqîqeyên 45 û 85 lêxistin û Ferşad Qasimî jî li deqîqeya 68 gula Pas a Hemedanê lêxist.
Tîma fûtbala Beseta Kirmanşahê pê vê birina xwe li ciyê dudyane grûpa 3 jî lîga desteya 2 ya fûtbala Îranê cih girt û Pas a Hemedanê jî li ciyê heftanê vê lîgê cih girt.