Qehremaniya tîma tîravêjên bi kevan a kêmendamên Îranê li pêşbirkên Komara Çêkê
Tîma tîravêjên bi kevan a kêmendamên Îranê li pêşbirkên navneteweyî yên Komara Çêkê, bi bidestxistina 11 medalan li beşa takekesî û tîmî bû qehremanê van pêşbirkan.
Li gorî rapora roja duşmiyê ya IRNA`yê,tîma tîravêjên bi kevan a nivîşkanên Îranê karî ku li pêşbirkên navneteweyî yên komara Çêkê medaleke zêr, medaleke zîv û 3 medalên tûnc li beşa takekesî û 3 meadlên zêr, 2 zîv û tûncekê li beşa tîmî bi dest bixin û bi sercem 11 medalan , pileya ewil a van pêşbirklan bi dest bixin.
Piştî tîma tîravêjên bi kevan a nivîşkanên Îranê, tîam Rûsiyê bi 9 medalan derket pila dudiyan û tîma Brîtanyayê bi 8 medalan derket pila sisiyan.
Pêşbirkên navneteweyî yên tîravêtina bi kevanê ên Komara Çêkê bi beşdariya 123 kewandaran ji 25 welatên cîhanê ji 18 Tîrmehê destpê bû û duh karê xwe bidawî anî.