Hezîran 26, 2017 09:19 Asia/Tehran
  • Tîma Walîbala Ciwanan a Îranê li pêşbirkên qaremaniya cîhanê bi ser ket

Tîma Walîbala Ciwanan a Îranê bi torandina Tîma Walîbala Ciwanan a Arjantînê hilkişiya qonaxa duyem a pêşbirkên qaremaniya cîhanê li Komara Çêkê.

Li gorî salixdana IRNA`yê, Tîma Walîbala Ciwanan a Îranê êvara yekşemiyê li pêşbirkeke dijwar û bi encama 3-2`ê, Tîma Walîbala Ciwanan a Arjantînê torand û di serê koma sêyem a van pêşbirkan da cih girt.

Walîbalîstên ciwan ên Îranê di du pêşbirkên xwe yên pêşîn li vê dora pêşbirkan, tîmên Okrayn û Îtalyayê torandibûn,

Nozdehemîn dora pêşbirkên walîbala qaremaniya ciwanên bin temenê 21 salî yên cîhanê, bi amadebûna 16 tîmên sereke ji 23`ê Hezîranê heta 7`ê Tîrmehê bi mazûvaniya Komara Çêkê tê lidarxistin.