May 27, 2017 16:05 Asia/Tehran
  • Codokarê îranî gihîşt fînala pêşbirkên Asyayê

Di duyemîn roja pêşbirkên codoya qaremanîya Asyayê da ku ji duh va bi pişkdarîya 242 codokarên ji 28 welatên cîhanê li Hong Kongê didomin, Seîd Molayî gihîşt fînala pişka -81 kîlogiramê.

Di duyemîn roja pêşbirkên codoya qaremanîya Asyayê da Seîd Molayî li pişka -81 gihîşt fînala pêşbirkan.

Seîd Molayî kapîtanê tîma Îranê ye ku di qonaxa yekem da ti pişkeke pêşbirkê li ber neket, di yekemîn rikeberîyê da ji codkarê qeterî bir û di qonaxa berî fînalê da ji Lî Mo ku mîdala tûnc a Asyayê bidest xistîye û herwiha li rêza pêncem a ciwanên cîhanê ye bir û derbasî qonaxa nîvfînalê bû.

Molayî di qonaxa nîvfînalê da jî ji Viladimîr Zolaf ê qirqîzistanî ku di sala 2013`ê da li rêza pêncem a Asyayê cî girt û mîdala tûnc a Grand Prîks a Alma Atayê bidest xistîye bir û gihîşt fînalê.

Molayî di pêşbirka fînalê da jî yê derkeve pêşberî Sotaro Focîvara ji Japonê ku di sala 2015`ê da li rêza duyem a cîhanê cî girt û di sala 2016`an de bû qaremanê kûpa azad a Ciwanên Ewropayê û di sala 2017`ê da jî mîdala tûnc a kapa azad a Romê.