May 25, 2017 19:35 Asia/Tehran
  • Kurtenûçeyên werzişî

Bi ragihandina federasyonê û nirxandinên ku li civata salane ya giştî ya Kongfoyê û hunerên rezmî yên Îranê pêk hatine, taxima parêzgeha Kurdistanê, wekî tîma bijare ya welêt di sala 1395`an a koça tavî da hate bijartin.

Bi ragihandina federasyonê û nirxandinên ku li civata salane ya giştî ya Kongfoyê û hunerên rezmî yên  Îranê pêk hatine, taxima parêzgeha Kurdistanê, wekî tîma bijare ya welêt di sala 1395`an a koça tavî da hate bijartin.

Rêzan Dêjaheng û Nêgîn Rostemî, du werzişkarên kurdistanî ji aliyê kadra teknîkî ve jibo yekemîn qonaxa kempa tîma neteweyî ya golbala keçikên temendar ên Îranê jibo beşdariya li pêşbirkên qaremaniya Asyayê hatin vexwendin.

21`emîn dewra pêşbirkên bedewya hesbê esîl ê ereb ê Îranê, çarşemiyê bi şev li zanîngeha Azada Îslamî ya  Eşkzera Yezdê dest pê bû.

Tîma fûtbolê ya bin temenê 20 salî ya Îranê li lîstika berî fînalê ya qaremaniya Asyayê, duh li Taylendê ji tîma mazûvan bir û bû fînalîst û îzna beşdariya li lîstikên Olempîka Ciwanan li Arjantînê bi dest xist.

Duyemîn dora pêşbirkên navneteweyî yên ajotina trombîlan a Afrod`ê, ji îro ve li pîsta Mela Sedra ya Qezvînê li bakûrê rojavayê Îranê dest pê bû.

Tîma îranî ya fûtbola Istiqlala Xûzistanê, li qonaxa heşt yeka dawiyî ya  lîga qaremanên Asyayê li hember tîma El Hilala Erebistanê li Umanê, bi encama du ser yekê derda.

Malpera werzişî ya Awtsayd av dê bot`ê (Outsidê of the bot), li pişka xwe ya Heft Stêrkê, Serdar Azmûn, fûtbolîstê îranî yê tîma Rostofa Rûsiyê, wekî fûtbolîstê ciwan ê sala 2016`an bijart.

Nedayîna bacê bo mideha sê salan, bû sedema vê yekê ku dadgeha bilind a Spanyayê, Liyonêl Mêsî, stêrka tîma neteweyî ya fûtbola Arjantînê û klûpa fûtbûla Barsêlonayê, mehkûmî 21 mehan zîndanê bike.

Tîma fûtbola Mençêstêr Yûnaytêda Ingilistanê, bi encama 2-0 ji tîma Ajaksa Amêstêrdamê ya Holendayê, bir û bû qaremanê lîga Ewrûpayê.