Nîsan 26, 2017 18:21 Asia/Tehran
  • Çend nûçeyên kurt ên werzişî

Melevanê kirmanşanî wê jibo kêbirkeyên Yekbûna welatên îslamî were şandin. Serokê taxima avjenî û watêrpoloya Kirmanşanê, Pêyman Cavîdan, roja çarşemiyê li hevpeyvîna bi nûçegîhanê IRNA`yê re ragihand ku endamên tîma dukesî ya melevaniya Îranê li kêbirkeyên Yekbûna welatên îslamî kifş bûn û Şehnam Nezerpûr, werzişkarê kirmanşanî û Micteba Welîpûr, wê jibo welatê me di van kêbirkeyan de rikeberiyê bikin.

Hebûna du hakimên îranî û çavdêrekî li kêbirkeyên qaremaniya fûtsala li bin 20 salan a Asyayê

Konfêdêrasyona fûtbûla Asyayê du dawerên îranî yên bi navê Wehîd Erzpêyma û Mehmûd Nesîrlû û herwiha çavdêrekî bi navê Seyd Sedredîn Mûsewî jibo lîstikên Asyayî vexwendin.

 

 

Endamê komîteya teknîkî ya fûtbûla li ser maseyê yê welêt got: Tîma neteweyî ya fûtbûla li ser maseyê ya Îranê,  li pêşbirkeyên Almanyayê, pirr bihêz û kara xwe nîşan da û bû qaremanê van kêbirkeyan.

 

 

Pêşbirkeyên tîravêtina bi kemanê ya derveyî salonê ya qaremaniya welêt, roja çarşemiyê (îro) bi rikeberiya kemandarên li çiqa Kampondê li Sariyê dest pê bû.

 

Tîma neteweyî ya Kîk Boksînga kaekerî ya Îranê ku ji çar werzişkar û perwerdekarên loristanî pêk hatiye, li yekemîn dewra pêşbirkeyên navneteweyî yên werzişên rezmî yên karkeran ku li Gurcistanê hate lidarxistin, karî pileya duyemîn a van kêbirkeyan bi dest bixe.

 

 

Sûreya Aqayî, lîstikvana tîma neteweyî ya bedmîntona Îranê, lîstika xwe ya yekemîn li çarçoveya kêbirkeyên  tekkesî yên bedmîntona qaremaniya Asyayê, bir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Sureya Aqayî li yekemîn lîstika qonaxa komkî ya kêbirkeyên bedmîntona qaremaniya Asyayê li hember Maysa Îsmaîl ji Maldîvê lîst û bi encama 2 ser sifrê ji wê bir û bi ser ket.