Çend kurte nûçeyên werzişî
Tîmên fûtbolê yên Perspolîsê û Istiqlalê yên Îranê bi ragihandina konfederasyona fûtbola Asiyayê, wek tîmên herî hebandî yên rojava Asiyayê hatin bijartin.
Erdeşîr Şems, weznehilgir û pêşengê Îranî li pêşbirkên ulempîka pêşengên cîhanê karî ku medala zêrê ya van pêşbirkan bi dest bixe û rekorda cîhanê bigherîne.
Tîma hakiyê ya îranê li yekim pêşbirka xwe li kapa gelên Asiyayê ku bi mazûvaniya Qeterê li halê lidarxistinê ye bi Maliziyê re leyîstîn û karîn vê tîmê 11-0 işkest bidin.
Şaho Cewanmerdî serokê taxima weznehilgirtina parêzgeha Kurdistana Îranê tev tîma neteweyî ya Îranê jibo beşdariya li pêşbirkên qehremaniya Asiyayê çû Tirkmenistanê.
Kesra Eşrefî qayiqranê ciwan ê sineyî jibo beşdariya li pêşbirkên qehremaniya cîhanê û Asiyayê bo duhem qonaxa kempa tîma neteweyî li beşa Kayakê hat vexwendin.
Tîma bilyarda Îranê li sêhem roja pêşbirkên Snokera qehremaniya Asiyayê, sê cara bi ser ketin û carek jî işkest xwarin.
Dosiya tîma neteweyî ya têkwandoya Îranê li Tornêmênta azad a Qezaqistanê bi bidestxistina 11 medalan , yanê 6 medalên zêr , 4 zîvan û brunzekê hat girêdanê.