Birêketina festîvala navnetewî ya edebiyatê li bajarê Terabzûna Tirkiyê
Festîvala navnetewî ya edebiyatê bi tewera edebiyata Îran, Tirkiye, Rûsiya , Gurcistan û Azerbaycanê li bajarê Terabzûna Tirkiyê birê ket.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Festîvala navnetewî ya edebiyatê bi tewera edebiyata Îran, Tirkiye, Rûsiya , Gurcistan û Azerbaycanê li bajarê Terabzûna Tirkiyê birê ket û berhemên nivîskarên rûsî yên wekî Pûşkîn û Tolistoy jî ketine ber nirxandin û lêkolîna edebî.
Li vê festîvala edebî herwisa li ser berhemên nivîskarê Tirkiyê Yûnis Emreh jî lêkolîn bû û berhemên wî jî ketine ber rexneya edebî.
Herwisa li vê festîvalê Profisor Roza Nêimet Yildirim mamostayê grûpa edebiyata ziman û edebiyata farsî li zanîngeha Atatirka Erzrûmê jî li ser Sedî şairê fars ziman axivî û helbestên Seidî bo pişkdaran xwendin û Husên Dîdban berpirsê karûbarên çandî yê konsûlxana Îranê li Erzrûmê jî li vê festîvalê li ser edebiyata farsî axivî.