Nîsan 24, 2017 12:08 Asia/Tehran
  • Serketina xwendekarên îranî li pêşbirkêya zanayên xort li sala 2017'an

Serketina Tîma xwendekarên îranî li pêşbirkêya dewra 24-an û konferansa zanayên xort li sala 2017'an ku li Iştotgarta Almanê birê ket karîn 2 medalên zêr û 5 medalên bironz werbigrin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li van pêşbirkan ku bi pişkdariya 27 welatan û ji 16 Nîsanê  li Iştotgarta Almanê birê ket endamên tîma Îranê 2 medalên zêr û 5 medalên bironz werbigrin.

Xortên hetanî 19 salî yên Îranê li vê pêşbirkêyê li zanistên curbicur ên muhendisî, Kampyotêr, Fîzîk, Hêsab, Jîngeh û zanista jîngehî ketine nav rikeberiyê.

Haniye Husênzade medala zêr û bironz, Mehsa Dêhqan Minşadî medala zêr, Dalya Dawûdî, Fazile Şemsabadî, Kamyar Kerîmî Fexr, Sara Celîlî jî her kîjan medaleke bronz wergirtin.

Tîma Îranê li vê pêşbirkêya zanistî piştî Almanê karî meqama dudyan a cîhanî werbigre.