Çile 04, 2017 18:47 Asia/Tehran
  • Alîkarê wezareta çandê ya Herêma Kurdistanê: Em sipasîya berpirsên Komara Islamî ya Îranê dikin

Alîkarê wezareta çandê ya Herêma Kurdistana Iraqê bal kişand ser pişkdarîya çalak a hunermendên vê herêmê li Hefteya Fîlmên Kurdî ya Sinedêjê û got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hez dike nîşangeheke mezin a pirtûkan li bajarê Sinê lidar bixe û berhemên weşanxane, nivîser û kitêbxaneyan li wê nîşangehê bên nîşandanê.

Xelîl Evdile alîkarê wezareta çandê ya Herêma Kurdistana Iraqê li gotûbêja taybet ligel ajansa nûçan a Kurdpress`ê da dibêje: Em wekî nunerê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bi 14 berhemên sînemayî li Hefteya Fîlmên Kurdî ya Sinedêjê ku niha li bajarê Sinê tê lidarxistinê pişkdar bûne, berhemên hunermendên me ji hemî deverên Herêma Kurdistanê ji wan ji bajarên Dihok, Hewlêr, Silêmanîye û Germîyanê bi naverokên curbicur û çandî û civakî ne.

Xelîl Evdile bal kişand ser bandordanîna mêrhrigan û konfiransan ser peywendîyên her du alîyan û got ku bêguman ev cure program yê bandoreke girîng û baş li bihêzkirin û jordabirina peywendîyên her du deveran bikin.

Ew herwiha dibêje: Li gorî dîroka her du welatan ev cure program yê bibin sedema peywendîyên zêdetir ên çandî û hunerî û veghortina tecrubeyên hunermendên her du deveran û Hefteya Fîlmên Kurdî ya Sinedêjê jî dikare bandsoreke berbiçav li jordabirina asta fîlmên kurdî bike.

Xelîl Evdila herwiha got: Em sipasîya berpirsên Komara Islamî ya Îranê dikin ku girîngîyê didin karên hunerî û çandî û herwiha sipasîya berpirsên parêzgeha Kurdistanê dikin ku pêşwazîyeke baş ji me kirin û hema ji destpêka derbasbûna me nav axa Komara Islamî ya Îranê va pêşwazîyeke gellekî baş ji hat kirinê.