Çile 03, 2017 19:09 Asia/Tehran
  • Yekem Hefteya Navneteweyî ya Fîlma Kurdî li Sineyê dest pê bû

Rêûrisma vekirina yekemîn Hefteya Navneteweyî ya Fîlma Kurdî ya ``Sinedij`ê li Sînema Behmena Sineyê dest pê bû.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, yekemîn Hefteya Navneteweyî ya Fîlma Kurdî bi navê Sinedijê bi qasî çar rojan li Sineyê tê lidarxistin.

Yekemîn Hefteya Navneteweyî ya Fîlma Kurdî ya Sinedijê bi amadebûna sînemagerên Herêma Kurdistana Iraqê û hunermendên parêzgeha Kurdistanê bi nîşanadana fîlmên bilind ên sînemayî û bi armanca nasandina şêwaz, cûre û çawaniya çêkirina kurtefîlman li her yek ji welatan, danûstandina zanyariyan li warê fêrkirin û hînkirna fîlmçêkirinê, çêkirina kurtefîlman bi awayê berhemên hevpar li gorî cihêrengiya çandan û cûreya jiyanê û miajrên qewmî û etnîkî û hwd tê lidarxistin.