Îlon 22, 2020 18:38 Asia/Tehran
  •  Li Qersê zîpik barî navenda bajêr spîçîl bû

Li Qersê zîpik barî navenda bajêr spîçîl bû .

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li navenda parêzgehê ji ber zîpika ku piştî nîvro nişkêva barî, ajokar û welatiyan zehmetî kişand.

Ji ber barîna zîpikê li ser hin kuçe û kolanan teqalên avê çêbûn û her wiha zevî û rê jî spîçîl bûn.

Li navçeya Arpaçayê jî barîna zîpikê dîmenên ji zivistanê derxistin holê.

Her wisa li Damala navçeya Erdexanê li deverên serdest jî bi zîpikê spîçîl bûn.

 

 

Serepeyv