Îlon 22, 2020 18:38 Asia/Tehran
  •  Li Diyarbekirê dirûna birincê Qerecdaxê yê bitescîl dest pê kir

Li Diyarbekirê dirûna birincê Qerecdaxê ku li quntarê çiyayê Qerecdaxê bi avzêmê tê avdan û ji aliyê Saziya Patent û Marqeya Tirk va hatiye tescîlkirin, dest pê kir.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Diyarbekirê dirûna birincê Qerecdaxê ku li quntarê çiyayê Qerecdaxê bi avzêmê tê avdan û ji aliyê "Saziya Patent û Marqeya Tirk" va hatiye tescîlkirin, dest pê kir.

Birinc bi ava ku ji berfa ser Qerecdaxê dihele û dikeve cewan tê avdan. Birinc di meha gulanê da piranî di nav eraziyên ku tê da kevir û kuçik hene da tê danîn.

Birincê Qerecdaxê li Diyarbekirê ser qadeke ku 13 hezar û 727 dekarî pêk tê, tê çandin. Eraziyên ku cihê wê rast be, makîne biric didrûn, lê li deverên berwar jî karker bi dasê didrûn.

Piraniya birincê vê herêmê ji zeviyên birinc ên quntarê Qerecdaxê tê. Karker bi şeveqa sibê ra diçin ber serê zeviyên birinc û didrûn. Paşê çeltikên birinc li ser zeviyên vala radixin ku hişk bibin.

Piştî ku çeltik hişk dibin, ji bo rakirina qalikê ser birinc dişînin fabirqeyan. Birincê Qerecdaxê bi reng, tehm û aromaya xwe va ji bo şêniyên herêmê jêneger e. Piştî ku di fabirqeyê da qalikê birinc tê hildan, êdî ji bo xwarinê amade dibe.

Li Çinara navçeya Diyarbekirê jî dirûna birincê Qerecdaxê dest pê kir.

 

 

 

 

Serepeyv