Îlon 22, 2020 18:04 Asia/Tehran
  •  Derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de biryara dewama girtinê hat dayîn

Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên ji derbarê wan de bi hêceta bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê lêpirsîn hat destpêkirin, di lêpirsîna girtina wan de biryara “dewama girtina” wan hat dayîn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji 4’ê Mijdara 2016’an ve girtî ne. Derbarê wan de bi hêceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê di 20’ê îlona 2019’an de lêpirsîn hat destpêkirin û ji nûve dîsa hatibûn girtin. Derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de lêkolîna têkildarî girtinê hat kirin. Li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê di 18’ê îlonê de danişîna lêkolîna girtina wan hat kirin û duh biryar ji parêzerên wan re hat şandin. Di biryarê de cih dan parastina parêzeran.

 Parêzer di parastina xwe de diyar dikin ku ji bo Demîrtaş neyê berdan biryara jinûve girtinê bo wî hatiye dayîn û ji bo heman bûyerê lêpirsînek cuda dane destpêkirin. 

Şandeya dadgehê di biryarê de biryara “dewama girtinê” ji bo Demîrtaş û Yuksekdag daye.

 

 

 

Serepeyv