Îlon 21, 2020 17:30 Asia/Tehran
  • YE dê dewleta Tirkiyê ji ber binpêkirina qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re ceza bike

Wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê (YE) li ser ferzkirina cezayan li ser kesên ku qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re binpê kirine, erê kir û her wiha dîplomatan got 3 şîrketên ji Tirkiye, Urdun û Kazaxistanê û 2 kesên lîbyayî di lîseteya ferzkirina cezayan de ne.

Li gorî ajansa almanî DBA’yê, îro li Brukselê 27 wezîrên karên derve yên dewletên Neteweyên Yekbûyî (NY) li hev civîn û li ser ferzkirina cezayên li ser kesên şandina çekan ji Lîbyayê re binpê dikin, erê kir.

Li gorî çavkaniyên Yekitiya Ewropayê (YE) dewletên Neteweyên Yekbûyî li ser lîsteya demkî ya cezayên li dijî blok û ferdan ku keştî, balafir û hwd ji xizmetguzariyên lojîstîkî ji alavên şer şandine Lîbyayê re, erê kir.

Li gorî dîplomatan, 3 şîrketên ji Tirkiyê, Urdun, Kazaxistan û 2 kesên lîbyayî navên wan di lîsteyê de ne.

NY’yê şandina çekan ji Lîbyayê re ji dema rakirina Muemer Qezafî ji 2011’an ve, qedexe kir.

Serepeyv