Esker mewlîda kurdî di nivî de birî: "Yan bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwîne"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318465-esker_mewlîda_kurdî_di_nivî_de_birî_yan_bi_tirkî_yan_jî_bi_erebî_bixwîne
Li gundê Satya yê navçeya Sûrê, esker mewlîda kurdî ya mela dixwend, di nivî de birî û hişyariya “Tu yê mewlîdê ya bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwînî” kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 08, 2020 14:58 Asia/Tehran
  •  Esker mewlîda kurdî di nivî de birî:

Li gundê Satya yê navçeya Sûrê, esker mewlîda kurdî ya mela dixwend, di nivî de birî û hişyariya “Tu yê mewlîdê ya bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwînî” kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Melayê ku li gundê Satya yê girêdayî navçeya Sûr a Amedê, di taziyekê de mewlîda kurd dixwend, ji aliyê esker ve hat hişyarkirin. Li gorî agahiyên welatiyên gund, esker ji meleya mewlîda kurdî xwende re got: “Gelo hûn PKK’î ne? Hûn çima bi kurdî mewlîdê dixwînin? Tu yê mewlîdê yan bi Tirkî ya jî bi Erebî bixwînî.”

Esker ji mela xwest ku mewlîdê bibire û mela jî ji ber zextên esker mewlîda dixwend, di nivî de birî. "