Tebax 03, 2020 20:11 Asia/Tehran
  • Tirkiye ji ber rêkeftina kurdên Sûriyê û şîrketa Amerîkî ya petrolê bi fukar e

 Hikûmeta Tirkiyê li hember rêkeftina HSDê bi şîrketeka Amerîkî ya petrolê re nerazîbûn nîşan da.

Çend roj berê hatibû gotin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku beşek mezin ji wan kurdên Sûriyê ne, li ser derxistin û firotina petrola li herêmên bin destê xwe li Sûriyê bi şîrketa Amerîkî ya bi navê “Delta Crescent Energy LLC” re rêkeftinek îmze kiriye.

Wezareta derve ya Tirkiyê li ser vê mijarê daxuyaniyek daye û li hember wê yekê nerazîbûn nîşan daye.

Behaneya Tirkiyê ew e ku wê şîrketa Amerîkî bi PKKê re rêkeftin kiriye! Loma ew wê yekê qebûl nakin.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Tirkiyê de hatiye gotin ku çavkaniyên sirûştî yên Sûriyê, yên gelên Sûriyê ne û ew rêkeftin li dijî wê yekê ye, ji ber wê jî ew li dijî wê rêkeftinê ne. Amerîka jî bi rêkeftinê piştevaniya terorê û dijberiya yekparçebûna xaka Sûriyê dike.

Serepeyv