Adar 26, 2020 15:53 Asia/Tehran
  • Hejmara gorîyên Koronayê li Tirkîyê giheşte 59 kesan

Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê ragihand ku hejmara gorîyên Koronayê li wî welatî giheşte 59 kesan.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fexredîn Koca li rûpela xwe ya Twitterê ragihadku heta vê gavê 59 kesan di encama tûşbûna bi vîrûsa Koronayê de canê xwe ji dest dane.

Fexredîn Koca herwiha got: Di 24 sietên buhurî de 5035 gumanbarên Koronayê hatine têstkirinê û encama têsta 561 kes ji wana Pozitîv bûye û 15 nexweşên Koronayî jî canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê herwiha got: Heta vê gavê 33 hezar û 4 kes li wî welatî ketine ber têsta Koronayê û ku encama têsta 2433 kesî Pozitîv bûye, 26 kes baş bûne û 59 kesan jî canê xwe ji dest dane.