Adar 26, 2020 08:09 Asia/Tehran
  • Erdoxan: Tirkiye di du an sê hefteyan da dê hemberî Koronayê serkeve

Receb Teyib Erdoxan, Serokomarê Tirkiyê îdia kiriye ku Tikriye dê di heyama du heta sê hefteyan bi berxwegirtina hin tivdîran Koronayê têk bibe.

Erdoxên gotiye ku ewê di heyama du an sê hefteyan rê li ber belavbûna zêdetir a Vîrûsa Koronayê bigirin û wî ji tevahiya welatiyan çaverêtî heye ku bi sebr, têgihîştin, piştgirî û hevkariyê di pêkanîna pêvajoya kokbirkirina Koronayê da bikin.

Erdoxên di gotûbêja televîziyonî da xitabî gelê Tirkiyê jî gotiye: Me amadetiya pêwîst jibo rûbirûbûna digel her senaryoyekê heye. Emê bi qutkirina zincîreya belavbûna Koronayê bi riya pêşîlêgirtin ji belavbûna vê vîrûsê di heyama du heta sê hefteyan da, emê vê dewreya qeyranî ya dijwar bi kêmtirîn ziyan û goriyan û bilez û bi saxlemî li poey xwe bihêlin.