Li Tirkîyê 100 kes ji wan çend berpirs û rêveberên HDP hatin girtinê
Sibat 15, 2020 10:01 Asia/Tehran
Li Kurdistana Tirkiyê 100 kes ji wan çend berpirs û rêveberên HDP hatin girtinê.
Li bajarê Amedê 20 endam û berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin girtin.
Tohmeta desteserkirina wan heta niha nehatiye aşkerekirin û lêpirsîna wan li Navenda Ewlehîyê ya Amedê berdewam e.
Li bajarê Wanê jî 47 kes bi tohmeta alîkarîkirina bo PKKê hatine desteserkirin û li bajarên wekî Dêrsim, Şirnex, Enqere û Kocaeliyê jî 33 kes di çarçoveya lêpirsînên PKKê de hatine desteserkirin.
Sibe salvegera girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e û pêwendiya hejmarek ji oprasyonan bi vê yekê re girêdayî ye.