Sibat 14, 2020 18:05 Asia/Tehran
  •  Îdiaya Tirkiyê li bara kuştina bi dehan eskerên sûrî

Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê îdia kir: Li encama êrişên artêşa vî welatî ser meqerên artêşa Sûriyê li Idlibê, 63 eskerên sûrî hatine kuştin.

 Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê  îro li daxûyaniyekê îdia kir: 63 kes ji hêzên sûrî ji ber êrişên Tirkiyê li parêzgeha Idliba Sûriyê hatine kuştin. 

Piştî zêdebûna aloziyan navbera Tirkiyê û Sûriyê, artêşa Tirkiyê tim wesayîtên  xwe yên eskerî li navçên curbicur ên parêzgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê xurt dike. 

 Sûriye ev zêde ji mehekê ye operasyona paqijkirina Idlibê ji terorîstan destpê kiriye û duşemiya buhurî hêzên Tirkiyê ku bêyî hevahengî û agehdariyê derbasî navça operasyonê bibûn bi şaştî ketin ber êrişê û ev mijar aloziya di anvbera Şam û Enqerê giran kir. 

 Sûriyê hizûra eskerî ya Tirkiyê li vî welatî bi tundî şermezar kiriye û raghandiye ku Enqerê dil heye bi  hizûra li axa sûriyê, komên terorîstî yên ku piştgiriyê dide wan li hember pêşdeçûnên artêşa Sûriyê rizgar bike.