Çile 16, 2020 18:20 Asia/Tehran
  • Encama rapirsîyekê: Piştgiriya ji Receb Teyib Erdogan li Tirkiyê kêm bûye

Zanîngeha Qadir Xas a Tirkiyê ku her sal raporekê ser navê ''bîr û raya civaka Tirkiyê'' cih tîne, encama lêkolîna xwe ya sala 2019`ê weşandiye ku li beşek ji vê raporê hatiye: Piştgiriya ji Receb Teyib Erdogan li Tirkiyê kêm bûye.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Zanîngeha Qadir Xas a Tirkiyê ku her sal raporekê ser navê ''bîr û raya civaka Tirkiyê''  cih tîne, encama lêkolîna xwe ya sala 2019`ê weşandiye ku li beşek ji vê raporê hatiye: Dengên AKP pêka encamên ku li du hilbijartinên vê dawiyê yên Tirkiyê bidest xistine, bi qasî sedî 2.5 kêm bûne. 

Eva li halekê ye ku  MHP asta sedî 10 ya hilbiajrtinê jî nikare bi dest bixe û dengên vê partiyê tev AkP sercem gihêştiye bin sedî 50`yê. 

Li gor nivîsîna rojnama  Cimhûriyetê, di dewama vê raporê hatiye: Li piştgiriyên ji Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê jî pêvajoya daketinê heye, li halekê ku piştgiriya ji Receb Teyib Erdogan li sala 2017`an li asta girr a Tirkiyê sedî 49.7 bû. ev reqema li sala 2018`an gihêşt sedî 33.6 û li sala  2019`an  gihêştiye sedî 30.9. Her wiha amara kesên ku raghandine em piştgiriya Erdogan nakin li sala 2019`an gihêştiye reqema  sedî 41.3`yê.