Pizişkiyan: Em ji şêrr natirsin lê şerr ser xêra ti kesî nîne
Serokê Komara îslamiya Îranê pêgîrî kir: Em ji şêrr natirsin lê şerr ser xêra ti kesî nîne.
Mesûd Pizişkiyan roja Yekşemiyê di Civîna 33`an a Siyasetên Pereyî û Bankî li Têhranê got: Şerr ser xêra ti kesî nîne û dewama wê jî wê ser xêra ti kokemî nebe. Lêkolînên navnetewî jî li ser vê mijara girîng pêgîrî dikin ku şerr pêşiya pêşkevtin û geşepêdana aborî digire û hejariyê berfireh dike. Ev gotin nayê wê wateyî ku em ji şêrr ditirsin, hêzên me yên çekdar û herwiha xelkê Îranê nîşan dan ku bi hêz û qawet li ber xwe didin û eger şerr berdewam be jî dê bi hêz û qawet berdewam bibin.
Pizişkiyan amajeyî vî yekî kir ku xalên lêktêgeheştina di navbera Îran û Ameîrkayê bi giştî ser xêra xelkê Îranê ne û got: Amerîka li dû viya ye ku me bombeyên navokî tinebe. Rêberê şehîd ê Şoreşa Îslamî jî bi caran ser vê mijarê pêgîrî kiribû û me jî bi caran pêgîrî li ser vê yekê kiriye.